Xidirê Sûrîkê E’zîzê E’mer

Dayik bûye 4-ê meha k’anûna pêşin sala 1990-î li Cimhurîyeta Ermenîstanê qeza Kotayk’ê gundê E’mo.

Sala 2007-a xilasdike mekteba navîn ya gundê E’mo ser navê R. Baxdasaryan û her wê salê qebûldive li Zanîngeha Êrîwanêye dîwanî beşa hiqûqzanîê.

Ji sala 2008-ada destpêkirîye k’arê civakî. Beşdarî çawa berne’mê dîwanî, lê usajî yê navmiletî bûye, k’îderê e’yankirye e’rf, e’det, çand, ziman û t’arîxa Êzdîya. Xweyê gelek înîsiyatîvaye.

Ji 12-ê meha gulanê sala 2010-ada h’etanî sala 2021-ê r’ojne’mêvanê mehne’ma Êzdîxane.

28-ê meha k’anûna paşin sala 2011-ada dewsgirtîyê serokê T’ifaqa Êzdîaye Miletîê.

Sala 2013-a xilaskirye Zanîngeha Êrîwanê ya dîwanî beşa hiqûqzanîê. Sala 2015-a xilaskdike beşa r’ojhilatnasîê ya her wê zanîngehê bi qîmetne’ma magîster.

Beşdarî gelek berne’meyê navmiletî çawa yê hiqûqî, usajî yê pêşk’etina civakî, t’êkildarî û t’evgirêdanê navçandî bûye. Wedê xweyî aza pêşk’êşî nivîsandin û e’fir’andinê dike. Nivîsk’arê gelek xeber û sitranê êzdîaye navdare. Usajî yek ji e’frandarê kanala “Êxîdxan TV”-ye û serwêrê beşa Ermenîstanê. H’emnivîsk’arê k’itêvê dersê “Ziman û E’debîyeta Êzdîkî “ koma 5-a û 11-a ye (t’evî E’zîzê E’merê T’emoê nemirî û H’esenê şêx Me’mûdê).

Ji 3-ê meha t’ebaxê sala 201-ada xevateke aktîv dive ji bona sekinandina fermana êzdîa û ner’astî himberî miletê êzdî li welatê xweyî t’aybet yê kal û bava, ji bona naskirina k’omkujîya êzdîa wek gênosîd û şermezarkirina wê. Vê pirsgirêkêva girêdaî hazir bûye li gelek civînê êzdîa li gelek dewletê êvrôpayê, qewînkirîye û heleqetî çêkirîye t’evî gelek kesê civakî û t’eşkîletê êzdîa. Her usajî t’evî dêlêgasyona êzdîa hazirbûye li welatê Hindûstanê, r’astî wezîra k’arê der, gelek r’êberê r’uhanîê û kesên civa

kî hatin bona arîk’arîya miletê êzdî û piştgirtina êzdîê Şengalê.

Heleqetîê wî hene t’evî t’eşkîletê êzdîa li Îraqê, welatê Êvropayê, Ûr’isêtê, Amêrîkayê, Kanadayê, Gurcistanê.

Em bêjin, ku nevî, şagirt û dewsgirtîyê r’êberê mezin maqûl serok E’zîzê E’merê nemirîye. E’zîzê E’mer 83 salîbû û serokatî dikir ji sala 1988-ada, nêzîkî 33 sal rêberî miletkir. “Ew merivek bû, wekî e’mirê xwe h’emû pêşk’êşî dasekinandina navê Êzdî û êzdîtîêkir. Hema di derheqa vê yekê 22-ê meha sivatê sala 2021-ê paytexta Cimhurîyeta Ermenîstanê bajarê Êrîwanê dûrdîtinoka mezin “Moskov’-ê, li h’emcivata T’ifaqa Êzdîaye Miletîêda dihate xeverdanê.  Li h’emcivatêda hate nîşandanê serwêr û rêberê teşkîlet û malê êzdîa, 

kîjana nikaribû bi nexweşîya koronayêva girêday hazirbûyana. Gilîyê xweye t’aybet gotin rêberê ruhanî mîrê Şengalê Naîf Dawid, serwêrê t’eşkîleta êzdîê Kanadayê Mîrza Îsmaîl, qumandarê qewata êzdîa li Şengalê E’lî Î’sa (xal Alî), dewsgirtîê sedirê partîya “Pêşdaçûna Êzdîa” E’mer Kito û her usajî sedirê teşkîletê êzdîa yê Almanîayê, Swîdêne, Fransayê, Ûr’isêtê. H’emcivatêda xeverdan û gotinê xwe pêk anîn endamê serokatîya T’ifaqa Êzdîaye Miletîê Rostemê Wezîr, Sûrîkê E’zîzê E’mer, Ayser Îsayan, rêberê rûhanîê li Ermenîstanê Biroê şêx Xwedêdayê, her usa endamê parlamênta Cimhurîyeta Ermenîstanê Arman Abovyan, nûnerê Civata bilind ya partîya ermenîya “HYD” Artsvîk Mînasyan, serwêrê para ol û miletê kêmjimar ya Hukumata Cimhurîyeta Ermenîstanê Vardan Astsatryan, profêsor Garnîk Asatryan.

Xidir H’acoyan T’amoyan li h’emcivatêda wek’iland, ku mîrata dewlemend ya dersdarê wîyî mezin maqûl E’zîzê E’mer îzbat dike, ku ew h’ert’im t’evî meye û nemîrîye. Xidir Ha’coyan T’amoyan hilbijartina xwe di rexê h’emcivatêva divîne neku hilbijartina wî wek şexs, a garantîya p’arastin û pêşdabirina maf, ol, ziman, e’det û qiar, xwendin û medenyeta miletê êzdî, her usajî hê xurtkirina xêrxwezîya êzdîa û ermenîaye sedaalîyê.

“Bawerbikin, ew h’emû pirsê ber miletê me sekinî, karin bêne sêrî, çetinayî û ze’metê giranjî em dikarin t’enê bi t’ifaq û yek dest t’evî hevdû derbasvin. Ew r’êya, wekî emê t’evî hevdu her’in ne hêsaye, na xêr, lê h’izirkirna we girêdayî welatp’arêzîê û dilsozîa we ji bona xweykirina sifetê miletîê qewateke mezin dide min, ku cur’ekî hê xurttir pêşdabivim ew mîrata pîroz, kîjan mer’a hîştîye r’êberê nemir maqûl E’zîzê E’mer û h’emfikirdarê wî. Wekî usane, werin em bivine yek dest û bi t’ifaqî mafê xwe xwedî derkevin. Bijî Êzdîxane, bijî Ermenîstan, bijî t’ifaqa Êzdîa û Ermenîa, hole, hole, hola Silt’an Êzîdê Sore”,- gotina xwe xitim dike Xidir H’acoyan T’amoyan.

22-ê meha sivatê sala 2021-ê li h’emcivata T’ifaqa Êzdîaye Miletîêda bi pir’anîya mitleqa denga hate hilbijartinê wek serokê T’ifaqa Êzdîaye Miletîê.

24-ê meha sivatê sala 2021-êda rêvebirê rojne’ma “Êzdîxane”.

Zewicîye, kur’ekî wî heye.